Polîtîk

Macron bi Nêçîrvan Barzanî re axivî û êrîşa hovana şermezar kir.

Serokê Fransayê Macron bi rêya telefonê pewendiyek serokê Herêm Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re danî.

Di vê pêwendiyê de, Serok Macron êrîşa îro ya bi droneyan li ser avahiya Serok Nêçîrvan Barzani li Duhokê bi tundî şermezar kir û piştgiriya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare kir.

Serok Macron sersaxî ji Serok Nêçîrvan Barzani û malbatên Pêşmergeyên ku di êrîşa mûşekî ya Îranê ya 24ê Mijdarê de li Soranê jiyana xwe ji dest dan re xwest û ji birîndaran re başbûneke bilez xwest.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzani ji bo têkiliya wî û piştgiriya berdewam a Fransayê û helwestên navneteweyî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê spasiya Serok Macron kir.

Di mijareke din a civînê de, pêşketinên dawî yên şer û encamên wê hatin nîqaşkirin û her du aliyan girîngiya xurtkirina hewldanên dîplomatîk ji bo bidawîanîna şer tekez kirin.

Back to top button