
Serokê Fransayê Emmanuel Macron ber bi Hewlêrê ve bi rê ket û li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve dê bê pêşwazîkirin.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir û Ceifer Şêx Mistefa jî li firokexaneyê amade dibin.
Li Firokexaneya Hewlêrê pasewanên şeref amade bûn û bi rêûresmeke serbazî pêşwazî li Emmanuel Macron kirin. Hevdem hejmareke kes jî bi cilûbergên kulturî yên pêkhateyên ciyawaz ên Kurdistanê pêşwazî li Serokê Fransayê kirin.
Bi hatina bo Hewlêrê û kombûna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe cara pêncemîn ku Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron vê êvarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû, “Ez dê êvarî serdana Hewlêrê bikim û li gel serkirdeyên Kurd bicivim” û Macron amaje bi şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê jî kiribû û gotibû, “Ez dê li gel cengawerên Kurd ku şerê DAIŞê kirin bicivim.”