CîhanRojev

Ezê li gel cengawerên Kurdên şerê DAIŞê kirin bicivim

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku ew dê vê êvarê serdana Hewlêrê bike û diyar kir ku ew dê li gel “cengawerên Kurd” ku şerê DAIŞê kirin û berpirsên Kurd bicive. Macron herwiha eşkere kir ku ew dê serdana Mûsilê jî bike û bi kesayetên civaka Êzidî û Krîstiyan re jî bicive.

Lûtkeya Bexdayê ya ji bo hevkarî û hevbeşiyê, ji piştî 2003an ve berfirfehtirîn civîna serok û wezîrên derve yên 9 welatan e li Iraqê. Armanca Lûtkeya Bexdayê jî ew e ku Iraq roleke navbeynkariyê di kêşe û milmilaneyên navçeyên de bibîne.

Di dawiya Lûtkeya Bexdayê de Serokomarê Fransayê di konferanseke rojnamevanî de axivî û tekez kir ku vekişîna wan ji Iraqê ne girêdayî Amerîkayê ye û hindî ku hikûmeta Iraqê pêwîst bibîne, ew dê hêzên xwe bihêlin.

Derbarê rewşa Efxanistanê de jî Macron got, “Heta niha me 2 hezar û 800 kes Fransî û beşeke zêde jî Efxanî ji Kabulê derxistine. Gelek malbat li Efxanistanê hene ku di nav tirsê de dijîn û divê bên veguhestin.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron tekez kir, “Em piştevanên pêkhateyên Iraqê dibin bi taybetî jî Kurd” û got jî, “Em piştevaniya hilbijartinên Iraqê dikin.”

Serokomarê Fransayê herwiha ragihand, “Ez dê êvarî serdana Hewlêrê bikim û li gel serkirdeyên Kurd bicivim” û Macron amaje bi şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê jî kir û got, “Ez dê li gel cengawerên Kurd ku şerê DAIŞê kirin bicivim.”

Serokomarê Fransayê ku vê êvarê digihije Hewlêrê, sibe Yekşemê dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Back to top button