PolîtîkRojev

Em pêşwazî li Lûtkeya Bexdayê dikin

3 demjimêr berê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê Lûtkeya Bexdayê de ku îro birêve diçe, peyamek belav kir û ragihand, “Em pêşwazî li Lûtkeya Bexdayê dikin hewlên serokwezîr girîng dinirxînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar jî kir, “Em hêvîdar in encama lûtkeyê xizmeta seqamgiriya Iraqê bike.”

Lûtkeya Bexdayê ya ji bo hevkarî û hevbeşiyê, ji piştî 2003an ve berfirfehtirîn civîna serok û wezîrên derve yên 9 welatan e li Iraqê. Armanca Lûtkeya Bexdayê jî ew e ku Iraq roleke navbeynkariyê di kêşe û milmilaneyên navçeyên de bibîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di peyama xwe ya derbarê lûtkeyê de hêviya xwe derdibire ku “lûtke roleke pêşeng bilîze bo Iraqê û maf û daxwaziyên pêkhateyên Iraqê bicih bîne.”

Li aliyê din Birîkarê Wezareta Derve ya Iraqê Nezar Xeyrullah ji Rûdawê re ragihand, “Em wek Iraqê hemû karhêsaniyê dikin bo serok û serkirdeyên her welatekî dikin ku bixwaze li gel welatekî din bicive.”

Nezar Xeyrullah got jî, “Di piraniya civînên hevbeşên Lûtkeya Bexdayê, civînên dualî di navbera welatan de birêve diçin, ev jî li ser daxwaza welatan bi xwe ye.”

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku yek ji beşdarên civînê, roja Şemiyê digihije Hewlêrê û roja Yekşemê jî li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dicive.

Back to top button