PolîtîkRojev

Macron îro digihe Kurdistanê

Wek tê zanîn îro Lûtkeya welatên cîranên Iraqê ji bo hevkarî û hevbeşiyê li Bexda paytexta Iraqê birêve diçe. Serokê Fransayê Macro ji bo beşdariya civînê bike vê sibehê gihat Bexdayê û ji aliyê serokwezîrê Iraqê Kazimi ve hate pêşwazîkirin. Herweha demjimêr 09:30 rewrismek taybet ji bo Macron hate li darxistin.

Lûtke demjimêr 12.00ê nivro destpê dike û 3 demjimêra berdewam dike. Piştre jî hevdîtinên du kolî di navbera aliyan de destpê dike.

Serokê Fransayê macron êvarê ji Bexdayê berê xwe dide paytextê Kurdistanê Hewlêr û ji aliyê serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve li firokexaneya hewlêr a navdewletî tê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina herdu serokan Macron dê hinek hevdîtinên din bike. Qewle ku li gel serok barzanî jî civînekî li darbêxe.

Hewlêr ji bo pêşwaziya Macron bi Alayên Kurdistanê û Fransayê hatine xemilandin. Herweha li gelek cihên Hewlêr bi nivîskî Kurdî û Fransî xêrhatin li Macron tê kirin.

Bê guman serdana macron a hewlêr wek miladekî tê qebûl kirin û ev yek siyaseta Fransa di derbarê Kurdistanê de têxe di pêvajoyek nû de. Tê zanin ku dema piştî referaranduma serxwebûna Kurdistanê Kurdistan ji aliyê welatên cîran û heta radeyekî ji aliyê cîhanêve hatibû dorpêç kirin , lê serokê Fransayê serokwezîrê wî demî yê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwand Parisa paytextê Fransayê û ev serdan bo sedemek bingehîn ku dorpêça li ser Kurdistanê hate şkênandin.

Herî dawî Adara 2021ê de cardin Macron serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwand Fransa û piştî vê serdanê hevkariya Fransa li gel Kurdistanê kete qonaxek taybet de û siyaseta Fransa a Rojhilata Navîn û Iraqê jî ispat bû ku ,dê li ser başûrê Kurdistanê ve bê rêvebirin.

Bê guman di derbarê serdana Macron li Kurdistanê gelek şiroveyên berfireh pêwiste bêne kirin û giringiya vê pêwendiya bi hêz ji xelkerî re bê eşkerekirin.

Back to top button