PolîtîkRojev

Nêçîrvan Barzanî: Dilxweş im ku min pêşwazî li hevalê xwe Serokê Fransayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ew dilxweş e ku pêşwazî li  “hevalê xwe” Serokê Fransayê kir . 

Serokê Fransayê Emmanuel Macron serê sibeha îro gihêşte Hewlêrê û li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî derbarê serdana Macron de da xuyakirin, ew kêxweş e bi pêşwazîkirina hevalê xwe Serokê Fransayê Emmanuel Macron kir. 

Di vê serdana wî de bo Kurdistanê , herdu serok dê derbarê peywendiyên du alî, hilbijartinên Iraq û mijarên din ên ku bo herdu welatan giring in baxivin.

Nêçîrvan Barzanî herweha dibêje ku ew spasya piştevaniya berdewam a Fransayê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê dike.

Bi hatina bo Hewlêrê û kombûna li gel Serokê Herêma Kurdistanê, ev dibe cara pêncemîn ku Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron duh êvarê di kongreyeke rojnamevanî de ragihandibû, “Ez dê êvarî serdana Hewlêrê bikim û li gel serkirdeyên Kurd bicivim” û Macron amaje bi şerê Pêşmerge yê li dijî DAIŞê jî kiribû û gotibû, “Ez dê li gel cengawerên Kurd ku şerê DAIŞê kirin bicivim.”

Herêma Kurdistan û Fransa xwedî peywendiyên dîrokî ne û destpêka peywendiya heta Şoreşa Îlonê diçe.

Sala 2014an ku Pêşmerge li dijî DAIŞê di şerekî giran de bû, careke din Fransa di dijwartirîn dem de Herêma Kurdistanê jibîr nekir.

Ev tevî wê yekê ye ku firokeyên Fransayê di çarçova hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, di berjwendiya Pêşmerge êrişên asmanî bo ser DAIŞê pêkanîn ku heta niha jî berdewam in.

Back to top button