Macarîstan li piştgirîkirina Kurdistanê de berdewame
Roja çarşem 07.10.2015 li bajarê Dihokê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Peter Siyarto Wezîrê Derve û Bazirganiya Macarîstanê(Hengariya) û şandekî li gel kir ku ji Tîbor Zatmarî Balyozê Macarîstanê li Iraq û Kisaba Wêzkînî Konsolê Macarîstanê li Hewlêr û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derveya wî welatî pêkhatibûn.Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Macarîstanê silavên Serok Wezîrê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û pêzanînên xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê hebû ku hejmareke gelek zêdeyê koçber û penaberan li xwe girtiye ku barekî girane li ser milê Herêma Kurdistanê û pêwîste Yekîtiya Ewrûpa yarmetiyên xwe ji bo penaber û koçberên li nav Herêma Kurdistanê jî terxan bike. Her wiha ji bilî balkişandina bi rehendên cûr bi cûrên hatina lehiya koçber û penaberan ya Ewrûpa, tekez li wê yekê kir ku welatên Ewrûpayî rûbirûyê tehedayekî gelek mezin hatine û hê jî bi tevahî bersîveke dirust ji bo qeyrana koçber û penaberan nehatiye peydakirin. Eve jî xisterû ku çareseriyeke bingehîn ji bo vê pirsê li nav axa Ewrûpa da tûne.Wezîrê Derveyê Macarîstanê Serok Barzanî ji naveroka plan û pêşniyarên welatê xwe agahdar kir ku bi niyaze ji bo çareserkirina kêşeya koçberan pêşkêşî bi Yekîtiya Ewrûpa bike û li vî warî de daxwaz kir Serok Barzanî têbîniyên xwe li ser çawayiya çareserkirina pirsa koçberan û qeyranên navçeyê bixerû. Her wiha ji navbirina Da’îş û vegerandina aramiyê li Rojhilata Navîn bi yarmetîderê çareserkirina qeyrana koçberan da zanîn û ji bo vê mebestê jî hevkariya hemû aliyekî bi pêwîst zanî. Li beşekî dinê axaftina xwe de Wezîrê Derveyê Macarîstanê palpiştiya tevahiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê ragihand û eve jî behs kir ku Macarîstan berdewam li hevkariya Pêşmerge û pêşkêşkirina meşq û rahênana bi hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de berdewam dibe.Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta welatê Macarîstanê ya li piştevanîkirina Herêma Kurdistanê kir. Di derbarê kêşeyên penaber û koçberan de Serok Barzanî ji bo şanda mîhvan eve rûnkir ku çareseriya vê kêşeyê li derveyê axa Ewrûpaye û qeyrana aborî û hereşeya terorîstan dû sedemên serekiyê koçberbûna xelkê Rojhilata Navîne û ji bo çareserkirina vê pirsê jî pêwîste kar ji bo nehiştina sedeman bê kirin neku tenê muamele li gel encaman da bê kirin. Di derbarê şerê terorê jî Serok Barzanî ragihand li rûyê kirdarî ve barê giranê şerê terorê li ser milê Pêşmergeye û hê jî cîhan wekî pêwîst bi ruyê wê diyardeya tirsnak da ranewestaye û nabê teror wekî kartekî guşar ji aliyê dewletan ve bê bikaranîn.Serok Barzanî behsa pêşketinên dawî û gurzên asmaniyên Rûsya kir û eve jî dûpatkir ku eger hemahengî û rêkkeftin li navbera welatên hevpeymanên dijî terorê û Rûsya da nebê wê demê rewş aloztir dibê û aramî li navçeyê de pêknayê.Behskirina rewşa Sûriye û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Macarîstanê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.