Civak

Maaşê fermanberên Kurdistanê wê bi karta elektronîk bidin

Banka Bazirganiya Iraqê dabeşkirina muçeyê li rêya karta elektronikê ve berfirehtir dike û çend wezaret û fermanberekî dinê saziyên hikûmiyan dixe çarçêweya vê sîstemê.

Li vî derbarî de Hemdiye Caf Birêvebera Banka Bazirganiya Iraqê ragihandiye banka wan kar li ser berfirehkirina awayê dabeşkirina muçeyan dike ku heta hemû fermangeh û saziyên hikumiyan li xwe bigrê û li qonaxa niha de karên çend saziyek ji bo vê mebestê hatiye qedandin.

Hemdiye Caf behsa ewe jî kiriye, karta elektroniya fermanberên Wezareta Derve û Desteya Bilind û Veberhênanê bi dawî hatiye, muçeya yekem meha sala 2014 bi vî awayî bi rêya karta elektroniyê werdigrin, kar jî ji bo ewe dikin zêdetirîn fermanberên Hikumetê li sala 2014 an de, muçeyên xwe li rêya karta elektroniyê ve werdigrin.

Back to top button