Kultur

Jimara Nûbiharê ya 125an derket

 

Jimara Nûbiharê ya 125an bi lêkolîn, nivîs, helbest, îrok û ceribandinên cûrbecûr û balkş hate weşandin.

Wekî ku tê zanîn, ji aliyê Nûbiharê ve di îlona derbasbûyî de bi munasebeta 21 saliya kovara Nûbiharê li ser Dîn, Ziman û Nasnameyê li Diyarbekirê sempozyumek hatibû li darxistin. Berpirsiyarê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik di nivîsa xwe de, bîst û yeksaliya Nûbiharê pîroz kiriye û bal kişandiye ser rola Nûbiharê û behsa xizmet û keda wê ya di warê Kurdî de kiriye.

Rojen Barnas bi nivîsa xwe ya bi navê “Ji Edebiyatê:êxê Sen’anî û formulasyona Feqiyê Teyran?” û Önder Beyter jî bi nivîsa xwe ya bi navê “Ehmedê Nalbend û dîwana wî ya Baxê Kurda” balê dikînin.

M. Xalid Sadînî di vê jimarê de bi du nivîsên xwe cih girtiye: Nivîsek li ser Seydayê Zeynel Abidîn Amedî nivîsiye û behsa xizmeta wî ya ji bo destxet û edebiyata Kurdî kiriye, di nivîsa din de, helbesteke Feqiyê Teyran ya Farisî cara yekem peyda kiriye û wergerandiye Kurdî.

Bi nivîs, lêkolîn, ceribandin û îrokên xwe, evan kesana ev jimar dewlemend kirine: Ayhan Geverî, Murad Celalî, Ali Karadeniz, Tekin îfî, Heyveron Omerî, Mehmedê Çepo, Adem Amed, Takyettin Kızılkaya, Zîwer Îlhan, Felat Dilgeş, Claire Jobert (Wergera Mesûd Serfiraz), Mem Med, Abdullah Can, Ehmed Kırkan, Evîn Berçem, Abdulkadir Îkbal (Wergera Adem Ogan) M. Enis Dilmaç, Sevîm Amedî Metînê K. Dilxêrî û Ekrem Malbat.

Dağıstan Karakoç, Ayhan Geverî, Rojen Barnas, Mehmet Kaplan, Sidîq Gorîcan, M. Zahir Ertekin, Gabriel Aresti (Wergera Urfan Kenî), J.Ahmed Yıldız, Hasan Hüseyin Çevik, Seyda Ronahî, Mehmet Ali Aluç, Cevdet Karaman, Mewlana Celaleddînê Rûmî (wergera Hayrullah Acar), Mustafa Yeşilkaya, Ercan Dogan û Mahmut Hocaoğlu jî bi helbestên xwe ev jimar xemilandine…

Hevpeyvîna vê jimarê Îbrahîm Gozeten bi Rektorê Zanîngeha Mê ya Alparslan Prof. Dr. Nîhat Înanç re kiriye…

Ji bo îrtibatê: Nûbihar

[email protected], Tel: 0212-519 00 09

Balkêş e ?
Close
Back to top button