Ma ga dike û ga dixwe?
Kurte çîrok
Rizgar Kêsteyî
Şerê germe û eve ji berê spêdê ve dijminî bi hêzeka mezina caş, leşker, tang, zirîpoş û firoka êrîş înaye ser wan çend gundên qontara çiyayî da ku wan bişewitîne û xelkê wan jî qir bike. Hêza dijminî geleka mezin bû û wekî mêriyan ber bibû hemû erdan li hember hêza pêşimergey ya tenê ji dehan kes pêkhat bû, tevî çend kesan ji Bergirî Millî.
Dijminî wekî baranê gule û agir ji erd û esmanan dibarande ser pêşimergeyên ku her çend keseka ji wan li aliyekî çeper girtine û tivenga tek tek û bi nîşan berdidin dijminî û ji dengê tivengên wan jî diyardbe ku hêdî- hêdî rextên wan ji fîşekan vala dibin.
Li xwarê, li ser cadê, tangên dijminî ku caş û leşker wekî mêriyan li ber rexên wan dimeşin û helîkopter jî wekî teyirên mirinê li hindav wan difirrin, hêdî-hêdî xwe nêzîkî gundî dikin û ji aliyê piştê jî ve, ji dengê şêlkên tivengan diyar dibe ku caş jî di rêkeka nepenî ra xwe gehandine çiyayê piştê û li pişt pêşimergey dizivirin.
Reşo jî wekî şêrekê birîndar di xuhê re tirş bûye û rihên wî yên reş qetiranî şorbûne ser qontaxa tivengê û berên çeperî û çavê wî jî li ser stêrkê ye. Dersoka xwe ya sor jî di nîvekê re dirrandiye û kiriye du parçe ku bi parçeyekê car cara dêmê xwe pê ji xuhê dimale da ku çavên wî nîşanê bibînin û bi parça dî jî destê xwe yê çepê girêdaye ku bi saçmeyeka gulla tangê birîndarbûye ku cara car çipkên xwînê di dersokê re dikevne ser berên çeperî.
Kaweyê berpirsê Reşoy ku xurtekî 35 saliyê xwendevan, roşinbîr û kadiroyekê zîrek û mêrxas e, li tenişta Reşoy kit û matên tivengan berdide gêleşoka komên caşa yên ku li betena çiyayî hêdî-hêdî berev wan dihên û her di ber jî re dibêje: Reşo min nehêle, îro roja man û nemanê ye, Reşo, eger ez şehîd bûm hîç, ji xwe eger ez vê carê mame sax û ji vê tengaviyê rizgarbûm, soz be heta ez mabim vê mêrxasî û dilsoziya te bo min çi car jibîr nekem.
Nuha dengê tivengên pêşimerga kêmtir dibe û gav bo gavê gêleşoka caşa, leşkerî û firîna helîkopteran pêtir nêzîkî Reşoy û Kawey dibe. Dengê tivengên pêşimerga jî gelek kêmtir digehe guhên Reşoy, ji ber hindê ew bawer dike ku gelek hevalên wî yên pêşimerge şehîd û birîndar bûyine û yên dî jî, piştî ku caş li pişt zivirîn û fîşekên wan nemayîn, bi her rêkekê be hewildidin xwe ji çembera dijminî rizgar kin da ku bi saxî nekevne destê dijmin û bi eşkencê nehêne şehîdkirin, loma jî nuke Reşoy hîviya parastina gundî nema û hemû armanca wî êdî ewe ku Kaweyê berpirsê xwe biparêz e û nehêle ew ne sax ne mirî bikeve destê dijminî.
Reşo yê di vê hizirê da û çavê wî yê li ser stêrka tivengê û berê wî li betena beramberî wî ye, di vê navbeynê de ji milê wî yê rastê xişênek hat û wî wekî birûsiyê digel xişênê rûyê xwe bi tiveng ve zivirand û wî hind dît ku zelamekî sor-sore du dersok di serîne û di nav terraşê re serkefte ser kevirê bi rex wan ve, kilaşnîkofeka çînî di destî de ye û kodekî 75 guleyî li ser e. Wî zelamî tivenga xwe şor kire ser Kaweyê ku pişta wî lêbû û gazîkirê: Teslîm bibe daku te bibime Bexdayê otonomî bideme te!
Gava çavê Reşoy bi wî zelamî ketî, wî ew nas kir ku ev (Qutoyê Beko) ye, ji ber ku Reşoy gelek caran wêneyên wî zelamî yên mezin di rojnaman da dîtîne dema Sedamî medalî (nut al şicae) pêve dikir li ser dilsoziya wî bo Sedamî û şehîdkirina komeka pêşimerga li danana bosan û di hêrşan da û carna jî dema şal û şepkên kurdî dikirine diyarî bo Sedamî. Hosa Reşoy bi lezatiya birûskê bêy ku bigehît stêrka xwe lê bigirît sê gule berdanewî zelamî û ew di kevirî da kefite xwarê.
Di vî demî de, Kawe zivirî û gote Reşoy: Hey çavê te bixom Reşo, bizane ji nuke wêve to berpirsê minî û ez pêşimergê te û destê xwe li milê Reşoy da û gotê: To şêrê minî Reşo! Li gel destlêdana milî Reşo veciniqî û jêhel berê xwe de dît ku yê destê xwe li milê wî dayî zelamekê bi qat û kirawat e û li hindav serê wî ye û jê re dibêje: Rabe mamo here mala xwe cenabê seydayî wext nîne te bibînît mêvanên heyin.
Reşo: Kîne mêvan mamo, ma ew mêvan çi cara naçin ku ez piştî wan biçime hundir?
Sekreter: Ma ew şolê te ye ka mêvan kîne? Mêvanê seydayî Qutas axayê Bekir axaye û heta êvarê jî naçe, wî û seydayî civîneka hey li ser hindek pirojên weberhênanê.
Reşo: Erêêêêêêêêêêêêêê ma eve ne her ew Qutoyê Beko ye yê komeka pêşimergên me şehîdkirîn û da seydayî bi xwe jî şehîd ket eger min hêlaba?
Sekreter: Rêzê li xwe bigire pîremêrê nezan, navê wî Qutas axayê Bekir axaye û taze bêdeng derkeve eger dê gazî du polîsa kem te heta kilêsa te li ser piştê rakêşin. Em ji çîrok û çîvanokên we yên kevin xilas nabin, dê bêjî hûn (ashab alkhif) in, roja van axiftina çû xwelîser.
Reşo: Baş e mamo manê min daxwaziyek bo kak Kawey nivêsî bû ku “ez pêşimergê pekkeftî (handîkap) me li gel wî birîndar bûyîme û xudanê komeka zaroka me û meaşê min jî têra kiriya xanî bi tenê nake, min got belkî seyda bo min çareyekê bike.
Sekrete: Muçeya te bese û yê mumnûn be, têra te heye, xwe to pê naçi ye Dubey, Qubirs û stenbulê! Eve seydayî jî ya li ser kaxeza te nivêsî: “Me îmkan nînin em bo te tiştekî bikin”.
Reşo: Erê herê mamo, pa vêca eva me kirî hemî bi avê de çû?
Sekreter: Dê here bes zimandirêjiya bike, ma hema “Ga dike û ga dixwe”?
Reşo: Ne wellla mamo ez jî dizanim “Ga dike û ker dixwe”.
Û Reşo rabû gulta xwe da bin kefşê xwe û lingê xwe yê pilastîkî di dûv xwe ra xişand û çûûûûûûûûûûûûûû.