Kurt: Biryara bêçalaktiyê erênî ye
Enqere – Abdurrahman Kurtê Parlamenterê Partiya Edalet û Pêşveçûnê (AK Partiyê) ku li Tiriyeyê îktîdar e, diyar kir ku divê tundî ji çareserkirina pirsgirêkan bê derxistin û got, biryara agirbestê ya heta 20’ê îlonê ya PKK’ê “erênî dibîne”.
kurt abdurrahman3Kurt ku biryara PKK’ê ji AKnewsê re nirxand, anî ziman ku ew ji serî ve dibêjin tundî sûdê nade çareseriya pirsgirêkan. Kurt ku anî ziman divê tundî bi temamî ji dewrê bê derxistin, got, “Lê biryara bêçalaktiyê li gel ku ji bo demekê ye jî, dîsa baş e.”
Kurtê ku şertên PKK’ê yên ji bo biryara “bêçalaktiyê” veguherîne agirbesteke mayîn de rexne kir, wiha got:
“Li Tirkiyeyê her kes dibêje ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan tundş ji navberê bê derxistin. Beşa kurdan jî wisa dibêje. Lê dibêjin eger şertên min neyên qebûlkirin ez ê dîsa çekan hilgirim û gefa çekan derdixin pêş; ev nayê qebûlkirin. DI çareserkirin apirsgirêkan de tundî rê venake.”
Kurt ku diyar kir têgihîştina bi tundiyê çaresekirina pirsgirêkan dê zemîna kaosê çêke, got ku pêkan e pirsgirêk li ser zemîneke demokratîk bên çareserkirin. Kurt wiha dewam kir:
“Pêdiviya Tirkiyeyê bi destûreke bingehîn a sivîl heye. Di vê mijarê de, AK Partî û parlamentoyê tiştê kete ser milî pêk anî. Eger gel jî dixwaze ji rejîma wesayetê rizgar bibe, li gorî min dixwaze, dê di referandumê de bêje erê. Encama ‘erê’ ji bo ku Tirkiye gavên demokratîk bavêje û destûreke bingehîn a demokratîk çêke dê rê veke.”
(AKnews)