Kultur

Li Zaxo lehiya xwendevanên kitêban rabû

Pirtûkxaneya Dilêrin ya li bajarê Zaxo ji bo piştevanîkirina rêkarên rêgirîkirina belavbûna Virusa Corona 1000 pertûk û 100 kovar bêberanber hatin belav kirin.

Dilêr Dilêrin Xwediyê Pirtûkxaneya Dilêrîn ya li bajarê Zaxo bi taybet ji bo Rojeva Kurd da zanîn ku ewan îro 18.03.2020 çalakiyeka belavkirina pirtûkan bi bê beranber encam dane. Di derbarê armanca bi bêberanber belavkirina pirtûkan de jî Dilêrîn got: Me vê çalakiyê ji bo piştevanîkirina rêkarên rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê ya li dijî belavbûna Virusa Corona encam daye. Me xwest van rojên ku xelkê me li mal dimîne, xwe bi xwendina pertûkan ve mijul bikin û ji mala xwe dernekevin. Ji bo vê yekê jî me nêzîkî 2 demjimêran de 1000 hezar pirtûkên cûr bi cûr û 101 kovarên Roja Me bi bê bêranber belavkirin. Her kesekî mafê girtina 4 pirtûkan hebû ji ber ku mixabin Kurdistan çar perçeye.

Her wiha Dilêr Dilêrin da zanîn ku ewan sibê jî çalakiyeke din li bingeheke Pêşmerge heye û wê li wir jî 100 kovarên Roja Me û 1000 pirtûkên di derbarê derûnnasî û tendirûstiyê de bi bê beranber belav bikin.

Back to top button