Li tirkiye bi hezaran kes tuşî Corona bûne û li Wanê jî heye

Li girtineke videoyê de ku li nexweşxaneyeke Stenbolê hatiye girtin doktorek diaxive û eşkere dibêje, wekî ku hatiye gotin hejmara tuşbuyan ne sedan kese belku bi hezaran kesan zêdetire. Her wiha dide zanîn ku li bajarê Wan yê Bakûrê Kurdistanê jî tuşbuyên virusa Corona heye

Videoya ku ji aliyê rojnamevan Sedef Kabaş ve hatiye belavkirin, doktorekî bi awayeke eşkere diaxive û dibêje: Di destpêkê de me karên baş dikir, lê mixabin piştî ku ew kesên ji Umreyê her tiştî têkdan, niha ew kesên tuşbuyî ne bi sedan kesin belku bi hezaran kesan zêdetirin.

Her wiha dide zanîn ku li Stenbol, Enqere û Qeyserî rewş gelek xerabe û zêdetirê ew kesên ku tuşî virusa Corona bûne, ew kesin ku ji Umreyê hatine. Her wiha dide zanîn ku li Bakûrê Kurdistanê û li bajarê Wanê jî tuşbuyên virusa Corona heye.

Nerîna min :