
Piştî virusa Corona belavbû li cîhanê de bihayên neftê jî li gor serê salê û heta niha serê yek bermilê ketiye bin 30 dolarî û erzantir bûn û kompanyayên berhemanînên neftê jî xercên xwe kêm kirin.
DNO ku kompanyekî Norwêcî ye û li Kurdistanê karê berhemanîna neftê dike li budçeya xwe ya 2020 de sedî 30 kêm dike eve jî dike nêzîkî 300 milyon dolar.
Genel Enerji jî ku kompanyayekî Londra tomarkiriye û li Kurdistanê kar dike daye zanîn ku ew jî xerciyên xwe yên neftê kêm dike.
Her wiha kompanya Gulf Keystone jî hinek karên xwe yên berhemanîna neftê yên li Kurdistanê radiwestîne.