Kultur

Li Zanîngeha Artukluyê perwerdehiya zimanê Kurdî destpêkir

Piştî roja yekşemê xwendekarên Kurd li zanîngeha Artukluyê Mêrdînê destpê perwerdehiya zimanê Kurdî dikin. Perwerdehî di bin beşa Enstituyê Zimanên Zindiyê de ye.

Gerînendeyê Enstituya Zimanên Zindiyê prof. Dr. Kadrî Yildirim da zanîn ku , Medreseya Zîncîriye heta sala 1924 weka medresa hate bikaranîn lê piştre bû mescîd lê ji vê rojê şûnde weka 86 sal berê bibe cihekî perwerdehiyê.Berê 235 kes ji bo lîsansa berz serîlêdane ji wan 35 jin 200 kes jî mêr bûn. Ji naw wan 20 kes ji bo lîsansa berz hatin bijartin .

Perwerdehiyên me piştî roja yekşemê destpê dike .Ji xwendekaran 4 kes beşa zaravayê Zazakî 16 kes jî beşa zaravayê Kurmanciyê bijartin. Emê ji bo wan 2 sal perwerdehiyê bidin.Di sala duyemînê de emê ji wan daxwaza angaştê bikin.

Prof Dr. Kadrî Yildirim da zanîn ku Enstituyê Zimanên Zindî berê ya 6 meh hatiye vekirin û di bin baskê Enstituyê de zimanên wek Erebî û Suryanî jî hene.

Ji bo amadekariya kadroyê Zimanê Kurdî beşa Kurdolojiyê heta vekirin. Ger qismet bibe piştî 2 salan li ser ziman û wêjeya Kurdî 20 angaşt ( tez ) derkevin holê û emê ji bo zanîngehên dî yên Tirkiyeyê re bişînin. Pişt re beşa Kurdolojiyê Zanîngehên Ewropayê re bişînin. Bi vî awayî zanîngeh û cihên perwerdehiyê jî dikarin ji angaştên me sûd werbigrin.

Back to top button