Li Yemenê li ser xwepêşandaran bombe hate avêtin
Serhildanên ku li Tunisê destpêkir û li Misrê jî desthilatdariya 30 saliya Mubarek qedand ber bi rojhilata ve diçe û di herî dawiyê de jî li Yemen û Lîbyayê çalakiyên mezin diqewimin.
Hate zanîn ku li Yemenê li ser xwepêşandaran bombeyek hate avêtin û di encamê de 8 dijberên Hikumeta Yemenê bi awayekî giran brîndar bûn.
Şahîdên bûyerê û çavkaniyên muxalif li ser bûyerê ku li bajarê Taizê qewimiye agahî dan û dan zanîn ku di dema xwepşandanê de êrîşkar li ser girseyê bombeyek avêt. Piştî êrîşê bi dehan ambulans hatin cihê bûyerê.
Li gor agahiyê ajansa nûçeya fermî ya Lîbya Janayê, Dewleta Lîbya ji ber serhildanên dawî yên ku li Iraqê diqewimin ji Komcivîna Yekîtiya Ereban re beşdar nabe. Alîkarê Sekreterê Gişti yê Yekîtiya Ereban Amr Musa, Hîşam Yosif jî li ser beşdarnebûna Lîbyayê da zanîn ku ti agahiyek fermî nehate me.
Ji aliyekî din jî Serokê Lîbyayê Muammer Qaddafî duhenî şev li Trablusê din ava xelkê de geriyaye û li dijî xwepêşandanan peyama hêzbûyînî da.
Di vê navberê de Şêxê Qatarî Yusuf El Kardavî bang ji bo serokên Ereban kir ku gohdariya xelkê bikin û pêşî diyalogan vekin.