Cîhan

Li Waşîngtonê digel McGurk behsa Îraqa pitşî DAÎŞê dike

Şîretmendê konseya ewlekariya Kurdistanê, digel nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo cenga dijî DAÎŞê civiya û pêşhatên dawiyê yên şerê dijî terorê nirxandin.Mesrûr Barzanî şîretmendê konseya ewlekariya Kurdistanê, roja 19.05.2017ê li Waşîngtonê, digel Bertt McGurk nûnerê taybetiyê serokê Amerîkayê ji bo şerê dijî DAÎŞê civiya û şerê dijî terorîstên DAÎŞê li Îraqê ku ew şer di qonaxên dawiyê de ye gotûbêj kirin û tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Waşîngtonê kirin.Li gor malpera konseya ewlekariya Kurdistanê, çend rojê berê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeyekê serdana Waşîngtonê kiriye û di çarçoveya wê serdana xwe de digel McMaster şîretmendê ewlekariya neteweyî û Gerd Koshner şîretmendê serokê Amerîkayê Donald Trump civiya ye û di semînarekê de ku ji aliyê saziya (Thet Heritage Foundatone) ve hatibû amadikirin behsa Îraq piştî DAÎŞê kiribû.Weke tê zanîn pişît hatina Donald Trump ev yekemîn care şandeya bi vî awayî do sewyeke bilidn de serdana Waşîngtonê dike.

Back to top button