Li Wanê milyonek insan li derve dijî
Li Wanê piştî erdheja duyem a bi hêz çêbûyî û 12 kesan jiyana ji dest dayî kesek di xaniyên zerer ji erdhejê dîtîn de neman. Serokwezîrê Tirkiye daxuyaniyekî da kifşkirin ku dê lêpirsînek berfireh di derbara Wanê de bê te kirin.
Wezîrê dewletê Beşîr Atalay da xuyakirin ku, heçî malbatên bixwazin em dikarin wan rêkin deverên din û cih bikin.
Lê di rastiya xwe de Wanê rewş gelekî xirabe. Herêma Wanê gelek sar e, zozane niha êvara dereca sermayê dibe bin sifrê . Xelkê Wanê bê çareye. Li Wanê milyonek insan dervene û derve jiyana xwe berdewam dikin.
Ji hukumetê tê xwestin ku Wanê wek herêma afatê îlan bike. Di rastiyê de ew çi diguherê nayê zanîn. Lê milyonek insane tevî kal, genc û zaroka ji derve hewldidin ku jiyana xwe berdewam bikin. Jiyana di çadiran de li Wanê di mercên zivistanê de gelekî zehmete.
Zarok zû ji dayik dibin, piraniya wan piştî xwedê didin dimirin. Li Wanê rewş ne başe, ji her deverî destê arîkariya ji bo Wanê hate dirêj kirin. Lê tiştên ku hukumet bike gelekin. Medya her tiştekî di derbarê Wanê de rast nabêje.
Erdheja wanê jî wek gelek tiştên din kirin malzemeyek siyasî. Wan rastiyeke, mayîn û nemayîna sedê hezaran di rojevê de ye. Divê çareseriyek bingehîn ji bo Wanê bê dîtin. Heyne her çendekî dê nûçeyên erhejek din û mirina xelkê di medyayê de cih bigre. Divê herkesek destê xwe yê arîkariyê dirêjê Wanê bikin. Bila xelkê Wanê tenê nemîne.
Rojevakurd
Çend dîmen ji Wanê: