Li bajarê Wanê ji aliyê Ajansa Geşepêdana Rojhilata Anadolê(DAKA) li çarçoweya bernameya piştgirîkirina teknîkî de bizîşkan fêrî Kurdî ya tendirustiyê dikin.
Perwerdehiya ku li hola Konferansa Nexweşxaneya Lêkolînî û Perwerdehiya Herêma Wanê tê kirin, rojane 2 demjimêran dom dike û 8 rojan wê bidome.
Dr Murat Toprak Rêvebirê Nexweşxaneya Lêkolînî û Perwerdehiya Herêma Wanê berî perwerdehiyê axaftinek kir û da zanîn ku li gel vê xula fêrbûnê wan xebateke wiha kiriye ku li beşa tendirustiyê de êdî ew zimanê herêmê bikarbînin.