Civak
Li Wanê berfê lê kir
Birêveberiya Kêşnasiya bajarê Wanê daye zanîn ku rewşa hewaya wê dem bi dem bi barîna berfê û dem bi dem bi barîna baranê berdewam be.
Her wiha Birêveberiya Kêşnasiya bajarê Wanê li daxuyaniyek de daye zanîn ku guhertina germahiya hewayê pêknayê, her wiha ba, wê bi giştî ji rojhilat û êvaran jî wê ji başûr bi hêza 40-60 km/sa be. Germahiyên nava bajaran jî wiha dibe: Wan 8, Muş 2, Bedlîs 3 û Çolemêrg 5 pile dibin.
Her wiha hişyariyê didin xelkê ku piştî barîna berfê hinek deveran dibe şape û aşît rabê û hinek deverên din jî metirsiya rabûna lehiyê heye.