Cîhan

Li ser 9 Taywaniyên ji tirkiye vegeriyayî Corona derket

Wezareta Tendirustiya Taywanê ragihand ku piştî lêkolînên li ser virusa Corona ji nava 25 kesên ku ji tirkiye vegeriyayî 9 kesan de Virusa Corona heye.

Chen Sheh Chung Wezîrê Tendirustiya Taywanê da zanîn ku heta niha 25 welatiyên wan ji tirkiye vegeriyane û li ser 9 welatiyên Taywaniyên ji tirkiye vegeriyayî virusa Corona derketiye. Her wiha da zanîn ku ev hemwelatî li rojên di navbera 7-14 adarê de vegeriyane.

Welatê Taywan jî wekî Kurdistanê yek ji welatên serkeftiye beranberî virusa Corona, ji ber ku berî hemû welatên cîhanê rêkarên dijî belavbûna Corona li ber girtin û heta niha li Taywanê 77 tûşbû hebûye û 20 ji wan başbûne û ewên din jî çareseriya wan têne kirin.

Back to top button