Civak

Li Urmiyê balefirek ket xwar

 

Li gora ajansa IRNA radigihîne, di balefire de 94 rêwî û 8 jî karmend hebûn. Di bûyera ketina balefirê de 70 kesî  jiyana xwe ji dest da û 32 kes jî birîndarin. Birîndar gihandin nexweşxaneyan. Balafira ketî xwar Boeing- 727 bû. Balefir ji paytextê Îranê ji Tahran diçû Urmiyê. Herweha hate ragihandin ku, rewşa hevayê ne baş bû. Cihê balefir ketî xwar berf û bahoz hebû.

Wek tê zanîn ji bo ambargoya Amerîka û welatên rojava li ser Îranê heye, Îran nikare balefirên xwe nû bike. Ji bo wê dema balefirek xira dibe nikarin bi teknolojiya nû nûjen bikin û kevinbûna balafiran dibe sedemek yê van bûyerên ketinê.

Back to top button