
Kamî Kemal Peyvdarê Komelgeha Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl di daxûyaniyekê de da zanîn ku ew kesên geştê dikin şûna 100 hezar dînaran wê 60 hezar dînaran bidin û şofêrên barhilgir jî wê 30 hezar dînaran ji bo pişkinîna virusa Koronayê bidin.
Her wiha Kamî Kemal got: Li gor rêkarên tendirûstiyê û pişkinînên virusa Koronayê di gel wan geştiyarên ku li Derbasgeha Navdewletiya Îbrahîm Xelîl de hatin û çunê dikin, raya giştî agahdar dikîn ku ew li gor rêkar û biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dikîn û babetên karantînê û karmendên tendirûstiyê li ser tixûb û dîyar kirina wê pereyê ku li pişkinîna Koronayê de têne wergirtin ji aliyê Wezareta Tendirûstiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne diyar kirin û serpereştî kirin. Li gor biryara dawî ya Wezareta Tendirûstiyê ya hejmara (109) li rêkefta (30/07/2020) ew pereyê ji bo pişkinîna Koronayê bu her geştiyarekê tê wergirtin li (100,000) sed hezar dînaran hatiye kêm kirin bo (60,000) şêst hezar dînaran. Her wiha ji bo şofêrên barhilgir 30 hezar dînare.