Kultur

Li Tirkiyeyê di 2013ê bi tenê 413 kitêb bi kurdî hatine weşandin

Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstikên jimara kitêbên standart yên bi  (ISBN) a navneteweyî di 2013ê hatîne weşand eşkere dike.

Li gor wê îstastîkê, tê dîtin ku meteryalên di 2013ê de hatin weşandin li gor 2012ê 11,1% zêde bûne. Li Tirkiyeyê serhev par 42 hezar û 655 kitêb hatin weşandin.

Zimanê weşanan 91% tirkî,  5,5%  îngilizî û  3,5% jî bi zimanên din e. Weşanên kurdî yên ku di nav zimanên din de cih digrin jî tenê  0,87% e.

Li gor ajansa nûçeyan Anadolu yê, pirtûkên ku bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û bi nimareya ISBNyê hatine çap kirin li seranserê Tirkiyeyê hatine weşandin 413 heb in.

 

Di nav 413 kitêbên kurdî de 196 kitêb di beşa wêjeya mezinan de, 105 kitêb di beşa çanda mezinan de, 44 kitêb di beşa wêjeya ciwan û zarokan de, 26 kitêb di beşa perwerdehiyê de, 23 kitêb di beşa akademîk de û 19 kitêb jî di beşa baweriyê de hatin weşandin.

Back to top button