Li Tirkiye sitema rêveberiyê tê guhertin, helwesta kurda çiye?
Piştî referanduma 16ê Nîsanê li Tirkiye pêvajoyek nû siyasî destpêkir. Dema berî referandumê gelek gotubêj hatin kirin. Lê di vê pêvajoya nû de, bi awayekî Tirkiyek nû tê damezirandin. Her aliyek siyasî li gora xwe pêvajoyê dinirxînê.Xala herî balkêş ewe ku her tişt , her bûyerek siyasî yan jî guhertinek di Sistema rêveberiya Tirkiye de çêdibe di kesayeta serokkomarê Tirkiye Receb Tayib Erdogan de tê dîtin. Her tişt li gora Erdogan tê şêrovekirin, bi awayekî Erdogan di nawende hemû şirova û nirxandina de ye.Bê guman di guhertina Sistema Tirkiye de Erdogan rolek taybet û sereke dileyze, lê sîstema reveberiya Tirkiye tê guhertin, hêja dijberên Erdogan kesayeta wî gotubêj dikin. Ev yek dibe sedemek ku mirov pêşiya xwe nabîne.Niha dema siyasetmedar, yan jî aliyên siyasî li Tirkiye gotubêje li ser kesayeta Erdogan dikin, ew li gora xwe statuya heyî diparêzin, xwe niştiman perwer dibînin û naxwazin statukoya 90 salî bête guhertin. Ji bo vê jî Erdogan û AKP dibe armanca rexneyên wan.Di dijderketin û rexnekirina Erdogan û AKPê de nabê pîvanên Kurda û Tirka yekbin. Tirk li gor xwe dewleta xwe diparêzin, sistema ku ji bo wan mukadese diparêzin, Kemalizmê û berjewendiyên xwe yên netewî diparêzin. Lê Kurd nabê dewleta wan biparêzin û ji bo heman sedeman rexnegirbin. Bila kurd ji bo xwe, ji bo berjewendiyên xwe yên netewî şirova bikin û xwedî helwest bin.Mixabin beşek mezin ji Kurdan jî bi heman sedeman Erdogan rexne dikin. Dewlet û sistema dewletê heta dezgehên dewletek dagirker ji bîr dikin tenê behsa Erdogan û kesayeta wî û AKPê dikin. Dema tu êrîşê Erdogan û AKPê bikî û dewleta Tirk biparêzî ev dibe tiştek din. Niha Kemalistek yan jî niştiman perwerek Tirk vê yekê bike mirov tê digihe, lê yek kurd bike çewte û tu girêdana vê pirsa kurd re tuneye. Îro di roja me de siyaseta ku HDPê rêve dibe eve.Di vê pêvajoya ku sistema dewleta Tirk tê guhertin, divê aliyên siyasî yên kurd di van guhertin û bûyeran di pencera Kurdistanê re bibînin û li gora wê jî nirxandinên xwe bikin. Divê aliyên Kurdistanî li gora berjewendiyên xwe yên netewî vê pêvajoyê de xwedî helwestbin. Ji derê vê yekê siyasetek din ne ji bo berjewendiyên kurdan tê kirin.Roja Cumhuriyeta Tirkiye hatî damezirandin heta wek niha, nehiştiye kurd serê xwe bilind bikin. Di dema vê cumhuriyetê û biryara vê parlementoya ji bo tirka mukades gelek komkujî li Kurdistanê çêbûne. Tu cara rê nedane ku kurd behsa mafên xwe yên netewî bikin.Eger di guhertina sistema kevin ya Tirkiye de hinek bê jî berjewendiyên Kurda hebin û zeminek baştir pêyda bibe ku kurd doza mafên xwe yên rewa û netewî bikin ev sîstem dê ji ya duh baştirbe. Lê ne karê kurdaye ku sistema reveberiya Tirkiye ya ku ew dibêjin parlementeriye biparêzin. Tu girêdanê bi pirsa kurd re jî tuneye.Îro li Kurdistana Başûr serxwebûna Kurdistanê di rojeva siyasî de ye. Pêwiste hemû aliyên kurd xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê konsantre bikin. Ev di vê pêvajoyê de bibe nawende siyasetkirina hemu kurdan. Li gora vê pêvajoyê bûyer bêne nirxandin û helwest bêne danîn. Her bûyer yan jî helwesta di vê rêya pîroz ya serxwebûna Kurdistanê de astenga peyda bike, divê bi tundî bê şermezar kirin û mahkum kirin. Îro pîvana welatparêziya pişgirî û parastina pêvajoya serxwebûna Kurdistanê ye.Bila hemû gavên siyasî ji bo pişgiriya vê prosesa serxwebûnê be.Tenê damezirandina dewletek serbixwe dibê demana aşitiyê û azadiyê ji bo kurdan.2.4.2017Dara Bilek