Serok Barzanî pêşwaziya Konsola nû ya Îtalya li Hewlêrê kir û di vê hevdîtinê de şanda mêvan ragihand ku di her hewlekê de ji bo aramî û aştiyê de ew piştevaniyê li Herêma Kurdistanê dikin.Li Selaheddîn Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê pêşwaziya xanima Serena Mûronî Konsola nû ya Îtalya li Hewlêrê kir.Di vê hevdîtinê de Konsola Îtalya li Hewlêr ku bi mebesta xwenasandinê serdana Serok Barzanî kiribû, destbikarbûna xwe ya li Kurdistanê bi şerefekî mezin zanî û ji bilî balkişandina li ser peywendiyên di navbera gelê Kurdistan û gelê Îtalya wê yekê xisterû ku hemû hewlên xwe ji bo pêşxistina wan peywendiyan dide. Her wiha ragihand ku welatê wan li piştevanîkirina Pêşmerge û meşq û rahênanê û her wiha ji bo wan Pêşmergeyên li şerê terorê da birîndar bûne pêdana çareseriya pizîşkî de berdewam dibe. Konsola Îtalya pesnê qehremaniya Pêşmerge ya li şerê terorîstan da kir her wiha pêzanînên xwe jî ji bo mîhvandostî û çanda bilinda xelkê Kurdistanê hebû.Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî li erk û karê wê yê nû da hêviya serkeftinê ji bo Konsola Îtalya xwest û spasî gel û Hikûmeta Îtalya kir ku li rojên teng da palpiştê gelê Kurdistanê û Pêşmerge bûn û amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo berev pêşvebirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de nîşanda.Di beşekî dinê civînê de Serok Barzanî bi kurtî behsa dîroka gelê Kurdistanê û dewleta Iraqê kir û her wiha ronahî jî xiste li ser proseya referandûm û serbixweyî û peyama aştiyaneya gelê Kurdistanê. Di derbarê vê mijarê de Konsola Îtalya li Hewlêr ragihand ku welatê wan piştevaniya her hewleke Herêma Kurdistanê dike ji bo sedema aramî û aştiyê.
Pêş
13/10/2024
Yeksalîya PWKê li Amedê bi şeveke girseyî hate pîrozkirin
12/10/2024
Li Dihokê peyama xwedî lêderketina destkeftiyên netewî dan
Balkêş e ?
Close