Civak

Li Tirkiyê hejmara zarokên girtî 2 hezar û 281-e

Li Tirkiyê, hejmara girtîyan, di meha adarê de bû 132 hezar û 369 kes. Gorî îstatîstîkên Wezareta Dadê ku ji Gerînendeya Giştî a Ceza û Tewkîfê girtine, di meha sibatê de ji girtîyan hezar û 752 kes zêde bûne. Di îstatîstîkan de hejmara girtiyên hikûm xwarine, 132 hezar û 369 kes hat diyarkirin.

Gerînendeya Giştî a Ceza û Tevkîfê a Wezareta Dadê,  îstatîstîkên heta 31’ê Adara 2012 an yên girtî û hikûmxwaran aşkera kir. Hejmara girtiyên li girtîgehan 36 hezar û 273 ye. Dîsa hat diyarkirin ku, ji 36 hezar û 273 kesên li girtîgehan 29 hezar û 890 kes girtiyên edlî, 4 hezar û 643 kes jî girtiyên siyasî ne. Dîsa hezar û 197 kes jî ji ber sûcên nayên zanîn girtî ne.

Li gorî daneyan, ji 18 hezar û 509 girtiyan 17 hezar û 652 kes mêr in.
Dane radixîne ber çavan ku, ji 77 hezar û 587 hikûmxwaran 72 hezar 22yê wan edlî, 3 hezar û 846 kes ji ber endamên rêxistinê girtîne.

Li gorî daneyan ji 77 hezar û 587 hikûmxwaran 74 hezar û 963 kes ji mêr in, 2 hezar û 418 ji jinan û 206 kes jî ji zarokan pêk tê.
Îro di girtîgehan de hejmara zarokan bi gelemperî 2 hezar û 281 e.

Back to top button