Li Tirkîyê hejmara kesên ku bi tena serê xwe dijîn gihişt 5,2 mîlyonî
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyê (TUÎK) hejmara “kesên ku li heman mal ûnavnîşanê dijîn di sala borî de 26 milyon û 309 hezar û 332 ye. Ev hejmar di sala 2022an de 26 milyon û 75 hezar û 365 bû. Sala par hejmara malên ku ji malbatekê pêk tê û bi yek dê û bav û herî kêm zarokek wan heye gihîşt 16 milyon û 779 hezar û 240î. 10 milyon û 310 hezar û 726 ji wan hevjîn û zarok, 3 milyon û 673 hezar û 768 jî tenê hevjîn in. Milyon û 794 hezar û 746 ji wan wek malbatên ku dê û bav û zarokên tenê lê dijîn hatin qeydkirin.
Di malbatên ku ji dayik û zarokan pêk tên 2 milyon û 164 hezar û 825, hejmara malbatên ku ji bav û zarokan pêk tên jî 629 hezar û 921 e. Hejmara malên ku ji malbatên mezin pêk tên li seranserê Tirkiyê 3 milyon û 476 hezar û 510, malên ku ji kesekî zêdetir in jî 860 hezar û 757 e.
Di sala 2014an de hejmara malên yek kesî 2 milyon û 931 hezar û 85 bû, di sala 2015an de ev hejmar 182 hezar û 411 zêde bû û bû 3 milyon û 113 hezar û 496. Hejmara malên yek kesî di sala 2016an de 203 hezar û 398, di sala 2017an de 3 milyon û 491 hezar û 148, di sala 2018an da 3 milyon û 730 hezar û 505, di sala 2018an da jî 4 milyon û 62 hezar û 576 mal zêde bû.
Di sala 2020an de hejmara kesên ku bi tena serê xwe dijîn 342 hezar û 421 zêde bû û derket 4 milyon û 404 hezar û 997an. Di 10 salên dawîn de, hejmara malbatên yek kesî herî zêde di sala 2021an de zêde bû. Îsal hejmara malên yek kesî li gor sala 2020an 376 hezar û 603 zêde bû û derket 4 milyon û 781 hezar û 600î.
Di salên pêş de leza zêdebûnê kêm bû û hejmara kesên ku bi tena serê xwe dijîn di sala 2022an de 285 hezar û 731 zêde bû û derket 5 milyon û 67 hezar û 331 kesan. Par hejmara malên yek kesî 125 hezar û 494 zêde bû û derket 5 milyon û 192 hezar û 825an. Bi vî awayî hejmara kesên ku bi tena serê xwe dijîn di 10 salên dawî de ji sedî 77,2 zêde bû.