Li Tirkiye guhertina destûrê û kaosa siyasî
Li Tirkiye her çend sala carekî guhertina destûrê tînin rojevê. Lê di rastiya xwe de tucara piştî sala 1980ê bi hatina cunta leşkerî ya Kenan Evren ve destûr bi temamî negahatiye guhertin. Yanî vekirî hêja Tirkiye bi destûrek nijadperesta leşkerî tê rêvebirin. Car carê hinek madde di destûrê de hatine guhertin ,lê mirov nikare navê guhertinê lê bike.
Hemû partî di serî de AK Parti û CHP behsa destûrek nû dikin. Lê li Tirkiye gelemperî dibêjin ku, nabe her 4 maddeyên ewil bêne guhertin. Dema destê xwe nedin her 4 maddeyên ewil, tu wateya guhertinê namîne û nayê guhertin jî, belkî hinek pûneya lê bidin lê ne çareseriye.
Niha cara ewil nûçeyek derket ku, rojnemavenek îdia dike û dibêje, berpirsekî AK Partiyê gotiye ku, emê ji maddeya yekem heta dawîyê destûrê biguherin. Lê di cih de ev nûçe ji aliyê hinek berdevkên AK Partiyê yên ne fermî hate derewandin. Ew dibêjin AK Partî dest nade 4 maddeyên ewil.
Herî dawî Hayatî Yazicî yê AKP’ê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku ji madeya yekemîn heta xala dawîn li ser guhertina makezagonê dixebitin. Lê ev nûçe jî ne bi fermibê jî hate derewandin.