Li Tirkiye F-16 ketexwar..!

Hat ragihandin ku balafireke F-16 a Fermandariya Baregeha Jet a 9emîn a bajarê Balikesirê di dema firîna erkekî de ketiye xwarê. Wezareta Parastina Tirkiye ragihand ku Pîlotê Hewayî Serheng Îbrahîm Bolat di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye.
Parçeyên balafirê ku li nêzî gundê Naiplî yê navçeya Karesiyê ketibû, hatine dîtin. Rêya Îzmîr-Îstanbulê li herêma Naiplî ku balafira F-16 lê ketibû, ji çûyin hatinê re hatiye girtin.

Tîm li herêmê xebatên xwe didomînin. Cenazeyê pîlotê şehîd birine Saziya Tiba Edlî. Hat ragihandin ku sedema qezayê dê piştî lêkolîna tîmê lêkolîna qezayê were diyarkirin. Hat ragihandin ku 1 serdozger, 1 cîgirê serdozger û 2 dozger jî çûne cihê bûyerê. Serdozgeriya Giştî ya Balikesîrê jî li ser qezayê lêpirsîn da destpêkirin.
Wezareta Parastinê ragihand ku têkiliya bi balafira F-16 re di saet 00:56an de qut bûye û sedema bûyerê dê di encama lêkolînên ku werin kirin de were diyarkirin. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de ev tişt hatin gotin: “Têkiliya radyoyê û agahdariya şopandinê ya balafireke F-16 ku di saet 00:56an de ji Fermandariya Baregeha Jetan a Sereke ya 9emîn a li Balikesirê rabû, winda bû. Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku tavilê hatin destpêkirin de, hat destnîşankirin ku balafira me ketiye xwarê û gihîştine bermahiyên balafirê. Pîlotê me şehîd bûye. Sedema qezayê dê di encama lêkolînên ku ji hêla tîmê lêkolîna qezayê ve werin kirin de were destnîşankirin. Em ji Xwedê rehmê li pîlotê xwe yê şehîd dikin û ji malbata wî, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û miletê me yê hêja re sersaxiyê dixwazin.”


