Civak
Li Çinarê du otomobîl li hev ketin: 5 kes mirin, 2 kes birîndar bûn.
Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê di bûyereka trafîkê de, ji ber ku du otomobîl li hev ketin, 5 kes ku 2 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Piştî wergirtina dermankirina destpêkê ji aliyê tîmên bijîşkî ve birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr, lê yên ku jiyana xwe ji dest dane ji bo otopsiyê birin morgê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.


