Li Tengava Hormuzê hin tiştên baş rûdidin

Îro Serokê Amerîkayê Donald Trump di vegera xwe ji Florîdayê bo Washingtonê de ji rojnamevanan re got ku welatên NATOyê ne amade ne ku di vekirina Tengava Hurmuzê de alîkariya wan bikin.
Wî got, “Me hêza deryayî ya Îranê û piraniya keştîyên wê yên daketina mayînan wêran kirin û ew êdî nikarin mûşek û dronan hilberînin.”
Ev şîroveyên serokê Amerîkayê piştî wê yekê hatin ku fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) duh di daxuyaniyekê de got ku Tengava Hurmuzê dê ji saet 10ê sibê bi dema Washingtonê (17:00 bi dema Kurdistanê) roja Duşemê ve were dorpêçkirin. Çend berpirsên Amerîkî ji Wall Street Journal re gotin ku Dewletên Yekbûyî vebijarka êrîşeke sînorkirî li ser Îranê dinirxîne.
Trump got: “Rewşa Îranê pir xirab e, ez ji welatên endam ên NATOyê pir nîgeran im û welatên endam ên NATOyê dema ku me pêwîstî pê hebû alîkariya me nekirin.”
Amerîkî ji bo her cureyek rêkeftinê li gel Îranê hinek xetên sor danîne û dixwey heta Îran wan daxwaziyên Amerikayê bi cih neyne rêkeftinek gelekî hesanî nîne.
Xetên Sorên Amerîka:
Vekirina bi tevahî ya Tengava Hurmuzê bêyî bac û xercên ji keştiyan,
Bidawîanîna dewlemendkirina uranyûmê.
Hilweşandina tesîsên nukleerî.
Radestkirina uranyûma dewlemendkirî.
Qutkirina alîkariya darayî ji bo komên wekî Hizbullah û Hûsiyan.


