Civak
Li Swêdê têkoşîn li hember qelewîyê
Li Swêdê têkoşîn li hember qelewîyê
Wezîrê karûbarên civakî yê hikûmeta Swêdê Göran Hägglund dixwaze li hember qelewbûna li Swêdê tedbîrên bi hêz bên standin. Li gor ku rojnameya swêdî Dagens Nyheterê nivîsandîye, dawîya vê salê Hägglund wê nûnerên dewletê, yên bazara xwarinê, beledî, rêxistin û elaqedarên din li hev bicivîne ji bo ku bi hev bişêwirin bê divê ji bona rêgirtin li pêşiya diyardeya qelewbûnê çi tedbîran bigrin.
Daxwaza Hägglund çêkirina bêhtir rêyên bisiklêtan e. Ew herwiha dixwaze li ber kaseyên dikanan ji dêla şekir, fêkî û meywe bê danîn.
li gor radyoya Zayele, Brîtanya bernameyeke netewî ya tendurustîyê bi heman awayî pêkanîye û bi raya Hägglund ew dikare wekî mînak bê girtin