Cîhan

Li Surî xwepêşandan gur dibin

Doh li paytextê Surî li Şamê di zanîngeha Şamê de xwendevanan xwepêşandanek kirin. Xwendevanên zanîngeha Şamê ji bo pişgiriyê bidin xepêşandanên ku li Surî tên kirin, roja duşembê  gihan hev û xwepêşandanek girsehî darxistin.

Hêzên ewlehiya Surî bi tundî çûn ser xwendevanan û gelek ji xwendevanan girtin . Wek tê zanin roja înê di gelek bajarên Surî xwepêşandan pêkhatibûn û gelek kes di van xwepêşandanan de ji aliyê hêzên rejimê ve hatibûn kuştin û birîndar kirin.

Back to top button