Li Sûrî bi roketan êrîşê bingeheka Amerikî kirin

Li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê komên têrorîst ên ku Îran piştgiriya wan dike bi roketan êrişî baregehê artêşa Amerîkayê kir.
Komên ku Îran piştgirîya wan dike li rojavayê Çemê Firatê li Dêrezorê li Sûrîyê, bi roketan êrîşî baregeha li Tesîsa Gazê ya Konîko ya ku hêzên Amerîkî lê bicih bûne, kirin.
Sîstema berevaniya hewayî ya Amerîkayê du roket beriya ku bigihêjin hedefên xwe îmha kirin. Roketek li derdora baregehê ket.
Ji aliyeke din ve hêzên Amerîkayê yên li vê baregehê bi roketan bersiv dan çeperên komên ser bi Îranê yên li bajarokê Heşam li aliyê rojava yê çemê Firatê.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hêj têkildarî êrîşê daxuyaniyek nedaye.
Baregehên artêşa Amerîkayê yên li Hesekê û Dêrazorê ji serê salê û vir ve gelek caran bûne hedefa roket û balafirên bêmirov ên kamikaze yên ku eslê wan nediyar e.
Erdên Dêrezorê yên li rojhilatê Çemê Firatê di bin desthilata HSD ye.