Nêçîrvan Barzanî li gel hemû berpirsên hukumî û aliyên siyasî civiya
Serokê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de doh danê êvarî hevdîtinên xwe li gel berpirsên hukumî û siyasî berdewam kir.
Civîna Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimanî ya Iraqê
Îro danê êvarê Serok Barzanî li Bexdayê pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê Şêx Cemal El-Zarî kir û tekezî li ser pêbendbûna xwe bi aramiya siyasî û emnî li Iraqê û yekrêzî û pêkvejiyanê kir.
Di mijareke dinê civînê de tekez li ser parastina asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê û piştevaniya ji bo çareserkirina kêşeyên li gel hikûmeta federal a Iraqê û dabînkirina maf û şarezayên Herêma Kurdistanê kirin.
Hevdîtina Serok Nêçîrvan Barzanî digel Serokê Hevpeymaniya El Ezim
Îro danê êvarê roja yekşemê 14.01.2024ê li bajarê Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di dîdarekê da digel Musana Samerayî Serokê Hevpeymaniya El Ezim ronahî xiste ser pêşhateyên siyasî û emnî yên dawî li Iraqê û pêwîstiya hevkariyeke berfireh ya di navbera hemû aliyan da ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û rûbirûbûna aloziyan dupat kirin.
Her du alî li ser parastina aramî û berjewendiyên bilind yên Iraqê û piştgiriya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê da ji bo çareserkirina kêşeyên xwe bi rêya diyalog û têgihiştinê û dabînkirina maf û şayesteyên Herêma Kurdistanê hevfikir bûn.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Humam Hemûdî civiyan
Êvariya îro yekşemê 14.01.2024ê li Bexdayê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Humam Hemûdî Serokê Encûmena Bilinda Îslamî ya Iraqê civiya.
Di civînê da behsa rewşa Iraqê bi giştî kirin û tekez li ser parastina aramiya welat û dûrketina ji encamên şer û aloziyan li deverê kirin û li ser çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê û mîsogerkirina mafên hemûyan hevfikir bûn.
Girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî ji bo rûbirûbûna aloziyên vê qonaxê mijareke dina vê civînê bû.
Serokê Herêma Kurdistanê û Sekreterê Hevpeymaniya Nehcî ya Iraqê civiyan
Di berdewamiya serdana xwe ya bo Bexdayê da, îro danê êvarê roja yekşemê 14.01.2024ê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê digel birêz Ebdulsade El Firêcî Sekreterê Hevpeymaniya Nehcî ya Iraqê civiya û rewşa siyasî û emnî ya Iraqê gotûbêj kirin.
Her du aliyan tekez li ser parastina aramiya siyasî û emnî ya li Iraqê kirin û hevdeng bûn ku têkdana rewşa emnî û bi armanckirina Herêma Kurdistanê bi êrîşên firokeyên bê firokevan, tu encameke erênî ji Iraqê re nabe.
Di derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê da jî, piştevaniya xwe ji bo diyaloga di navbera her du aliyan û çareserkirina pirsgirêkan û şandina şayesteyên darayî yên Herêma Kurdistanê dûpat kirin.