Polîtîk

Li Stenbolê êrîşa xwekujiyê : Polîsek mir û 7 jî birîndar hene

Îro (11.09.2012) seet di 11.00 an de li bajarê Tirkiyê li Stenbolê, li pêş Qereqola Sultangazî êrîşeke xwekujî a bombeyî pêk hat. Di encama bombe teqandinê de polîsekî jiyana xwe ji dest daye û jê 4 polîs, 7 kes jî birîndar bûne. Tê ragihandin ku, rewşa hin birîndaran giran e. 

Hat ragihandin ku, xwekujerê bombeyî, dikeve hewşa qereqolê û li ber derîyê qereqola Sultangazê bombeyê diteqîne. Dîsa hat diyarkirin ku, di hundirê qereqolê de jî, bombeyeke ku neteqiyaye hatiye dîtin. Wesaîtên polîsan yên ku li hewşê parqkirîbûn jî xesar dîtine. 

Niha tê lêkolînkirin ku, cureyê bombeyê tesbît bikin. Kamerayên ewlekariyê jî tên kontrolkirin, ka mirovekî duyem yê bi teqînê re têkildar heye an na. 

Gerînîndeyê Ewlehiya Stenbolê Huseyin Çapkin jî çûye ciyê bûyerê û lêkolîn kirine. 

Pêştî lêkolînan eşkere bû ku, yê ku êrîşa xwekuştinê a bombeyî lidarxistiye, li ser nifusa Çorumê tomarkiriye û navê wî jî Îbrahîm Çuhadar bûye. Çuhadar, endamê rêxistina DHKP/C’yê ye.

Back to top button