CHP: Nameyên Oslo'yê di destê me de ne

Doh (10.09.2012), li ser ekranê kanala televizyonê A Haberê, Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Haluk Koç, di gellek mijaran de nirxandin kirin. Ji wan yek jî, hevdîtinên Oslo’yê bûn. Di vê m,jarê de Koç anî ziman ku, di destê wan de nameyên Oslo’yê hene û wana ê naveroka ew nameyana eşkere bikin.
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Haluk Koç, di weşana zindî de wiha got, “helwesta birêz serokwezîr a ku li hemberî PKkê nîşan daye, di pêvajoya Xebur û Oslo’yê de, nameyên Îmraliyê û Qendîlê, nameyên ku bi fermana serokwezîr hatine şandin, yên ku birine û anîne û dîmenên wan. Vana hemû di destê me de ne. Ligel hemû qeydan name û dîmen ê di destê me de ne. Birêz serokwezîr wê gellekî têkeve rewşeke zorê. Serokwezîrê ku di cem xwe de, di navbera CHP û PKKê de têkiliyan dibîne, bi vê eşkere kirian me, wê gellekî rojên zor derbas bike.”
Li ser pirseke “Ev nameyên ku hûn qalê dikin, kîjan name ne?”, Haluk Koç, wiha bersivand, “Nameyên di navbera Murad Karayilan û Apo, Ocalan de ne.”
Cîgirê Serokê Giştî yê CHPê Haluk Koç, diyar kir ku, di rojên pêş me de wana wê naveroka nameyên di destê wa de bi rayagiştî re parve bikin.