Polîtîk

Li Tirkiye pirsgêrêka Tirkan heye

Parlemanê BDPê Sirri Sureya Onder li dadgeha  15. ya Cezayê Giran derket pêşberê rojnamevanan û got: ”Li vî welatî pirsgirêka Kurdan tune, lê ya Tirkan heye.”

Îro li Dadgeha Stenbolê ya Cezayê Giran, 80 kesên ku bi gumana ”KCK Konseya Çapemeniyê” ku 36 ji wan girtî ne û 44 jî rojnamevan in, dihatin dadgehkirin, ji nişka ve Siri Sureya Onder derket holê û dengvedaneke wilo kir ku her kes şaş ma.

Berî ku dadgeh dest pêbike, hin parlemanên BDPê hatin û li şûna ku hatibû kifşkirin runiştine. Ev demeke dirêj e ku Sirî Sureya li holê nedihate dîtin, ew jî derket holê û li salona dadgehê derket pêşberê medyayê û got.
 
”Li vî welatî pirsgirêka Kurdan tune, lê ya Tirkan heye. Binerin, bi rastê eger em pirsgirêkê şirove bikin, em ê bibînin ku bi tu rengî Kurdek nebûye Tirk. Lê em dibînin ku gelek Tirk bûne Kurd. Her şev hemû kanalên televizyonan li ser pirsgirêka Kurd dipeyivin. Mesela Huseyn Çelik li kanalekî, Burhan Berxik li kanalekî din, xwe bi xwe dibêjin û direqisin.”

Ev gotina Siri Sureya Onder, gotineke Musa Enter tîne bîra mirov ku Enterî gotinû: ”Em Kurd dest ji Stenbol û van deryayan bernadin û naçin di wan çiyayên rût û tazî de rûnanin.” Îcar madem pirsgirêka Kurd tune, de bila navê TBMM bikin MECLISA KURD A MEZIN. Bilka navê Tirkiyeyê deynin Kurdiye. Bila zimanê fermî bikin Kurdi. Hingê Raya Giştî wê zanibe ku ”Li vî welatî pirsgirêka Kurdan tune, lê ya Tirkan heye.”

Dem niha sedsala 21ê ye û du roj berê li Edirneyê dadgeheka leşkerî dema nivîskarê Kurd Fikrî Işik bi kurdî peyivîye, dadgehê gotiye: ”Tawanbar bi zimanekî ku nayê fêmkirin dipeyive.”

 2012-09-12

Rojeva Kurd/ Stenbol

Back to top button