Civak

Li Stenbolê di balaxaneyê de şewat derket

Îro, li Stenbolê, li navçeya Beşktaşê, di balaxaneyeke (gokdelen) li ser 42 qatan a bi navê “Polat Towers”ê de şewat derket. Sedema şewat derketinê hîn nehatiye zelal kirin. 

Dumana ku ji şewata balaxaneya Polat Towersê a ku li Mecidiyekoyê ye, hemû Mecidiyekoy xiste bin bandora xwe. Li nêzika Polat Tewersê nexweşxaneyeke taybet û 2 îstasyonên neftê jî hene. Ji bo tevdîr girtinê, her du îstasyonên neftê hatin vala kirin. Ji qatên balaxaneyê, perçeyên caman têne xwarê.

Tîmên agirkujê, li cihê bûyerê mudaxeleya şewatê dikin.

 Malzemeya îzolasyona derveyî balaxaneyê dişewite. Zêdetirî şewatê, tîmên agirkuj xistine bin qontrolê. Li ser sarkirina balaxaneyê dixebitin.

Şaredarê Şişliyê Mustafa Sarigul li cihê bûyerê ye.  

 

Back to top button