Leman him dikenîne û him jî dihizirîne
Leman, li Tirkiyê di mijara pêkenokê de a herî zêde tê firotin û xwendin e. Kovara pêkenokê Lemanê, vê heftê, li ser serûpela xwe cih da şîdeta dewletê a li Amedê li dijî gel. Bi çavekî cuda li bûyerê û helwesta desthilatdar mize kiriye.
Li ser serûpelê wiha nivisandiye Kovara Lemanê: Mîtînga li Amedê a “ji bo azadiyê berxwedana demokratîk” bi mudaxeleyên tund ên dewletê hate astengkirin. Amed, bêguman vegeriya qada şer. Di heman seetan de, Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li stada Kocaeliyê bi alîgirên partiya xwe re diaxifî. Erdogan banga Beşşar Esad dikir û ew rexne dikir. Ne dîktatoriya wî ma ne jî qetliamtiya wî.
Belê, dema mirov bi çavekî vekirî li serûpela Lemanê dinêre, bi hêsane dibîne ku, bi rastî jî kî dîktator e û kî qetliamkir e.