Cîhan

Kurdistan daynemoya serxistina demokrasiya Îraqê ye

Îro li bajarê Hewlêrê, Xozî Têrpîn sefîrê Îaspaniyayê yê Îraqê serdana fermangeha têkleiyên derve kir û ji aliyê Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de, Felah Mistefa li hemebr serdana sefîrê Îspaniyayê bo Kurdistanê kêfxweşiya xwe diyar kir û bi kurtî behsa kar û çalakiyên fermengeha têkeliyên derve a hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê di axavtinekê de behsa giringiya pêşxistina têkeliyên navbera Kurdistan û Îspaniyayê de kir û got ku, hikûmeta îspanî dil heye konsulusekî fexrî yê nû bo herêma Kurdistanê di demke nêzîk de destnîşan bike.

Kirîza siyasiya Îraqê mijareke din a hevdîtina berprisê têkeliyên derve û sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê bû. Di vî warî de sefîrê îspanî got ku, divê bi hevkariya hemû aliyan çareseriyeke esasî bo kirîza Îraqê bê dîtin.

Her di vê çarçoveyê de, Felah Mistefa helwesta herêma Kurdistanê li hember kirîza Îraqê diyar kir û got ku, divê li gor destûra Îraqê û cîbicîkirina rêkeftinan kirîza siyasiyê Îraqê çareser dibe.

Sefîrê Îspaniyayê yê Îraqê, got ku, rola herêma Kurdistanê di demokrasîkirina Îraqê de giring e û herêma Kurdistanê bi daynemoya serxistina pirosesa siyasiya Îraqê wesif kir. 

Back to top button