Cîhan

Heyranê Bieber doza "wendahiya bihîstinê" jê vekir

 

 Heyraneka stranbêjê ku herî zêde qezenç dike  Justin Bieber, ji ber “wendahiya bihîstinê” doz ji stranbêj re vekir. Bieber ku dozê wendake, wê 9.2 mîlyon dolar bide jina dozvekirî. Li eyaleta Amerîkayê li Oregonê, jineke ku îdia dike, ji ber konsera stranbêj Justin Bieberbi awakî mayînde rasta wendahiya bihîstinê bûye û ji ber vê, doz ji Bieber re vekir. Ger Bieber dozê wena bike wê 9.2 mîlyon dolar tezmînatê bide.  

Jinê li dadgeha herêmê a Stacey Wilson Bett doz vekir. Dibêje, Justin Bieber, 2 sala berê di konsera ku lidarxistibû de, bi dansên ku kirin û şowa ku wî kir, bû sedema ku, bi awakî dînok heyranên wî biqîrin. Vê jî sînorê deng a desibela ewlekar derbas kiriye û  loma her du guhên wê jî rasta xesara mayînde a wendahiya bihîstinê hatiye.  

Dayika 5 zarokan, heyranoka Justin Bieber, Betts di doza ku vekiriye de dibêje, ez bi keçikên xwe re çûme konserê. Bi sedema deng bilindiyê her du guhên min hindik dibihîsin. Ji ber mesrefên ku min kirine, mesrefê tenduristiyê, jana ku min kişndiye û ji ber kêmbûna qalîta jiyana min,  9.2 mîlyon dolr doza tezmînatê ji wî re vekiriye.

 

   

 

 

Back to top button