Li Stanbulê ji malbatekê 4 kes hatin kuştin

Li navçeya Eyyubsultan a Stenbolê zarokê 17 salî B.Y bi guleya bav, dayik, xwişk û dapîra xwe kuşt. Gumanbarê ku piştî kuştinê ji malê reviya li Bûrsayê hat girtin û hat binçavkirin.
B.Yê ku li navçeya Eyyubsultan a Stenbolê di malekê de bav, dayik, xwişk û dapîra xwe bi guleyan qetil kir, li Bursayê ji aliyê ekîbên polîsan ve hat girtin û binçavkirin.
Sevînç Î. ya ku hat mala xwişka xwe ya li qata sêyemîn a avahiya apartmanê ya 3 qatî ya li Kolana Derîn a Taxa Akşemsettîn. Dema xwîşka xwe, xezûr û biraziyê xwe di nava xwînê de li erdê dirêjkirî dît, rewşê ji polîsan re ragihand. Li ser agahdarkirinê ekîbên polês û tenduristiyê sewqî navnîşana diyarkirî hatin kirin.
Di kontrola ekîban de hat tespîtkirin dapîra Fatma Înce (71), bav Mehmet Yenîgûn (43), dayik Aysun Yenîgûn (42) û zaroka wan Dîlan Yenîgûn (12) bi guleyan hatine kuştin. Xizmên malbatê yên ku bi bihîstina vê nûçeyê hatin malê girîn û matmayî man.