Cîhan

Li Stanbulê êrîşek çekdarî de 39 kesî jiyana xwe ji dest dan

Demjimêrên ewil yê sala nû li Stanbulê êrîşek çekdarî de 39 kesî jiyana xwe dest da û 69 birîndar bûn. Li gor daxûyaniyên berpirsên dewleta Tirkiye rewşa 4 birîndara geleki girane.Cihê bûyerê restaurantekî gelek naskiriye û xelk bo şahiya sersalê li wir bûn.Li gora agahdariyên berpirsên polisan, kesek bi çek hatiye li ber cihê bûyerê û polisê li ber derî kuştiye û ketiye malde. Xelkê ku sersal pîroz dikiran daye ber gula û di cihê bûyerê 39 kes kuştine û 69 jî birîndar kirine.Cihê ku buyer çêbû, li Stanbulê li devera Ortakoy cihek naskiriye û nave cih Reina ye.Heta niha nasnama 21 kesên  jiyana xwe ji dest dayîn hatiye zanîn. 16 kes ji wan biyanine û 5 jî hemwelatiyên Tirkiyene.Gelek kesan dema êrîş çêbûyî ji bo xwe xilas bikin, xwe avêtine behrê. Konsolosên gelek welatan li nexweşxana lêkolinê dikin ka gelo hemwelatiyên wan di nava qurbaniyan de hene yan na.

Back to top button