CivakRojev

Li Şingalê artêşa Iraqê avêt ser binkeyekî PKKê

Artêşa Iraqê li Şingalê avête ser xaleke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê û du çekdar desteser kirin.

Li gor zanyariyên çend çavkaniyên medyaya Iraqê, “li Şingalê hêzên artêşa Iraqê avêtine ser baregeheke Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê”.

Herwiha hatiye diyarkirin, “du çekdarên PKKê hatin desteserkirin û hejmarek çekdarên din karîne ber bi cihekî nediyar birevin”.

Medyaya Iraqê eşkere dike, “operasyona artêşa Iraqê li Şingalê berdewam e ji bo bidawîanîna hebûna PKKê li wandeveran”.

Çend roj in alozî di navbera artêşa Iraq û hêzên ser bi PKKê de derketine holê, çend alî û serkirdeyên Iraqê jî tekez dikin ku ji bo pêkanîna asayîş û aramiyê li navçeyê, divê hêzên ser bi PKKê werin derxistin.

Back to top button