Serokê Ji Nû ve Partiya Refahê Fatih Erbakan di kanaleka televîzyonî de behsa hilbijartinên serokkomariyê kir û got, eger Tayib Erdogan bimîne pêla duyem emê dengê xwe bidin Erdogan.
Fatih Erdogan kanala Haberturk TVê de,tevlî bernameyekî bû. Di derbarê hilbijartina û hukumeta AK Partiyê de axivî. Erbakan got: Em nabin şirîkê kiryarên vê hukumetê.Ji bo çûyîna vê desthilatê tişta bê milê me emê bikin.Em tevlî hilbijartina dibin. Di hilbijartina serokkomariyê de berbijêr Erdogan û Kiliçdaroglu bin û herdu bimînin pêla duyem, emê hingê pişgiriya Tayib Erdogan bikin.