Di civîna civata wîlayeta Silêmnaiyê ku îro roja pênçşmê 25.08.2016ê li bajarê Silêmaniyê hat saz kirin, kutleya YNKê di civînê de ku, taybet bû bi hilbijartina walî û serokê civata wîlayetê, li hev nekir û pênc endamên civata wîlayetê ji YNKê cû dabûn û îlana kutlyeke nû kir.Li gor hin çavkaniyan her yek ji; Ekrem Şerîf, Sebah Fatih, Mihemed Resûl, Avan Cemal û yekî din ji patiya xwe Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê îstîfa kir û di civata wîlayeta Siolêmaniyê de grûpek serbixwe ava dikin.Ew endamên civata wîlayetê yên ku ji YNKê îstîfa kirî dibêjin ku, rêkeftina navbera Tevgera Goran û YNKê qanûnê bin pê dike.Weke tê zanîn civîna îro ya cuvata wîlayeta Silêmaniyê taybet bû bi guhertina walî û serokê civata wîlayetê, ev du salan walî endamê YNKê bû lê ji îro pê de dê walî ser bi Goranê be.