Polîtîk

Gelo Armanç, paqijkirina Cerablusê ji DAİŞê ye an pêşî li girtina Kurdan e?

Gelo Armanç, paqijkirina Cerablusê ji DAİŞê ye an pêşî li girtina Kurdan e? Pirsa Suriyê her diçe tevlîhev dibe. Ketina Tirkiyê ya Cerablusê bajara Suriyê, ku di destê DAİŞê dabû, wê ne tene kêşeya Suriyê kurtir bike, herweha dibe sedema aloztir bûna pirsa Kurd. Tirkiye ji destpêka heta îro siyaseta xwe ya Suriyê li ser dijayetiya Kurdan ava kir. Jibo vê jî piştgiriya hemû hêzên dijê Kurdan kir. Di encama vê siyasete, DAİŞ ne tenê li Suriyê, li Tirkiyê jî xurt bû û bi dehan êrîşên hovane pêkanî. Piştê van bûyeran, Tirkiyê helwesta xwe ya li hember DAİŞê guhart û elbet ev baş bû. Lê belê riya vê ne ew e ku Tirkiye bikeve axa Suriyê. Armanca ketina Tirkiyê a Suriyê diyar e; Tirkiye naxwaze axa Kurdistana Rojava bibe yek û Kurd di axa we da pêşkevin. Çend roj berê Serokwezîr Bilal Yildirim di daxwuyaniyeke xwe da got, “Em nawazin li başurê Tirkiyê herêmêke Kurd avabibe.” Ev tişt itirafkirina helwesta hikumetê ya dijê Kurdan e. Ji xwe heman piştî vê daxwuyaniyê Tirkiyê kete Cerablusê. Herçiqas Serok Komar Erdoğan dibêje “Ev operasyon him li dijê YPGê û him jî li dijê DAİŞê ye” jî, lê rastî ne usa ye. Eşkere ye ku dijminahiya Kurdan ne ji Tirkiyê ra ne jî aştiya heremê ra xizmet dike. Eksê vê, helwesta li hember maf û azadiya Kurdan wê di aliyêk de Tirkiyê bixe nava tengasiyên nû, aliyê din ve wê pirsa Kurd a li Tirkiyê hin kurtir bike. Çareserî diyar e. Divê Tirkiye piştgiriya şerê li DAİŞê ya navdewletî bike. Lê heman demê de siyaseta xwe ya derbarê kêşeya Kurd biguhurine. Bi Kurdê Suriyê re bikeve nava diyaloxên erênî û ev jî jibo pirsa Kurd ya li hundir bikar bine. 25.08.2016 Partiya Sosyalîsta a Kurdistan-PSK  

Back to top button