Tirkiye derbasî nava Cereblus bû. Arteşa Azad niha di nava bajêr de ye. Tirkiye pişgirya Arteşa Azad kir û heta Cereblusê çû.Niha ihtimala ku Tirkiye ber bi Bab ve herê geleke. Tirkiye li gel Amerika ev operasyon pêkanî. Ji bo vê jî li ser daxwaziya Tirkiye , Amerika ji hêzên YPGê daxwaz kir ku xwe ji rojavayê ava Firatê bidin aliyekî û hêzên xwe şûnve vegerînin.Berdevkê YPGê jî da xûyakirin ku “ em bi biryara Hêzên demokratik yê Suri“ xwe didin aliyekî. Wezîrê Derve yê Amerika îro pêwendiyek li gel wezîrê derve yê Tirkiye kir û da xuyakirin ku, hêzên YPGê xwe şûnve dikiçînin û diçin rojhilatê Firat.Rewşa Rojavayê Kurdistanê û helwesta Tirkiye di vê derbarê de baş tê zanin. YPG/PYD ji berî her tiştekî divê li gel hêzên nava ENKSê hevkariyê bikin û li peymana Hewlêr û Duhokê vegerin. Derbasbûna zêdeyî 10 hezar pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê pêkwerê. PYD gerek ji berî aliyên din li gel hêzên Kurdistanî hevkariyê bike.PYD divê siyaseta xwe biguherê û siyasetek Kurdistanî rêve bibe û navê Kurdistanê bi kar bike û Ala Kurdistanê rake. Dê hingê li gel aliyên din yên Kurdistanê bikaribin berjewendiyên netewî siyasetê bikin û xaka Kurdistanê biparêzin.Gelek vekirî armanca Amerika li Suriye şerê dijê DAÎŞê. Ji bo vê jî pişgiriyê dide YPGê.Amerika li gora berjewendiyên xwe li herêmê siyasetê dike. Lê mixabin li herêmê kurd ne li gora berjewendiyên xwe lê li gora berjewendiyên hinek din siyasetê dikin. Ji xwe karaseta kurda li Rojavayê Kurdistanê ev xal e.Pêwiste hemû aliyên Kurdistanê ji PYDê bixwazin ku ew rojek zûtirîn rastiya xwe bibînin û li Rojavayê Kurdistanê mafê jiyanê bidin aliyên din yên siyasî û li peymana Hewlêr vegerin.